Sunneyên Iraqê: Em piştgiriya operasyona Yemenê dikin
Berdevkê eşîrên ereb ên sunne li parêzgeha Enbarê, Rad Sulêman ji Rûdawê re ragihand: “Em piştgiriya operasyona Yemenê li dijî çekdarên hûsî (yên şîe) dikin.”
Rad Sulêman wiha got: “Wek erebên sunne li Iraqê, em amade ne bi awayekî rasterast piştgîriya welatên hevpeymaniya erebî bikin.”
Sulêman wiha domand: “Ew operasyon sernagire eger destêwerdanê di krîza Iraq û Sûriyê de nekin û rê li pêşiya dêrêjbûna destê Îranê li deverê negire.”
Balafirên Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya welatên (Îmarat, Behrên, Kuwêt, Urdin, Mexrib û Sûdanê), roja pêncşemê dest bi lêdana navendên çekdarên Hûsiyan kirin. Herwiha welatê Misir û Urdin amade ne ku bi awayekî bejayî beşdarî wê operasyonê bibin.
Rudaw
