• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ 500 otombîl derbasî Sûriyê kir

Gulan Media March 29, 2015 Nûçe
DAIŞ 500 otombîl derbasî Sûriyê kir
DAIŞê bi sedan otombîlên fermî û yên welatiyan ji bajrê Mûsil dibe Sûriyê û beşekî ji wan otombîlan ji bo şer bikartînin.

Li gorî ajansên nûçeyan yên Iraqê, DAIŞê 500 otombîl ji corê “Toyota” bi nemreyên Iraqî ji navçeya “Beac” ber bi welatê Sûriyê dibin.

Hatiye belavkirin jî ku, bi armanca ku bereya şer li djî rejîm û mixalefeta Sûriyê ferehtir bike, DAIŞ çekan li ser wan otombêlan datînin.

Berî çend mehan, hejmarek kes bi tuhmeta dizîna otombîlên ji corê Toyota li peytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ji aliyê hezên ewlekariyêve hatbûn girtin, guman tê kirin ku ew otombîl bi DAIŞê hatibin firotin.

Basnews
Top