• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdisanê dicive

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Barzanî ligel aliyên siyasî yên Kurdisanê dicive
Biryare Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî bicive, civîn jî dê taybet be bi guhertinên ku li navçeyê diqewimin.

Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Belên Ebdulla, di daxuyaniyekê de îro, 28ê Adarê, ji BasNewsê re ragihand ku, rewşa navçeyê aloztir bûye û kar gehiştiye bikar anîna hêzên ezmanî li dijî hevpeymanên Îranê.

Belên Ebdulla diyar kir ku, ji Iraqê û heta Yemenê şerê “taîfegerî” destpêkiriye, “welatên Sine naxwazin pêgeha Îran li navçeyê bihêztir bibe”, lewma niha çend welatên Sina dest bi operasyonên ezmanî li dijî Hûsiyan li Yemenê kirine.

Ebdulla got jî: “Navçe li ser du bereyan hatiye beşkirin, bereya Sine û bereya Şîe, lê kurd neçûne tu bereykê, ji ber ku arîşeya me av, ax û niştimanê me ye.”

Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku, çend caran Beşar Esed daxwaza hevdîtinê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiribû, lê daxwaza wî hatibû redkirin.

Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê got jî: “Heta niha Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî danûstan kiriye.”

Di dawiyê de got: “Çaverê ye ku Barzanî civîneke din ligel hêzên siyasî yên Kurdistanê encam bide, biryare jî ligel wan bicive, li ser vê rewşa niha ya li navçeyê derketiye.”

Basnews
Top