Wezîrê Derve yê Luxembourg gehişte Hewlêrê
0
Îro, 28ê Adarê, Wezîrê Derve yê Luxembourg “Jean Asselborn” bi serokatiya şandekê gehişte paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Peywendiyê Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ve hat pêşwzîkirin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, dê sibe Yekşemê Jean Asselborn ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive, herwiha dê Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî jî bi cuda ligel Wezîrê Derve yê Luxembourg bicive.
Di her du civînan de, dê rewşa koçber û derbideran tevî şerê li dijî DAIŞê werin gotûbêj kirin.
basnews
