Kirmiziçîçek: Min bi dilê xwe ji CHPê îstifa kir
Kirmiziçîçek di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku yên ku dibêjin ku wî ji ber gefan dest ji CHPê berda ye û bûye şaredarê serbixwe, dixwazin bi ser wî ve hin destkeftên siyasî bi dest bînin.
Kirmizçîçek di 24ê vê mehê ragihand ku wî dest ji partiya xwe CHPê kişandiye û dê wekî şaredarê serbixwe erkê xwe bidomîne.
Herwiha Kirmiziçîçek di heman beyanameyê de destnîşan kiribû ku di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîranê de ewê piştgiriya Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê bike.
2 roj piştî îstifaya Kirmiziçîçek, duh êvarê serokê giştî yê CHPê Kiliçdaroglû serdana Dêrsîmê kir.
Herçend Kiliçdaroglû sedema serdana xwe wekî 'civîna bi keya û rîspiyan re' bide xuyakirin jî, li gor çavdêran sedema sereke îstifaya şaredar Cafer Kirmiziçîçek bû.
Pêş hilbijartinan ji navçeya ku Kiliçdaroglû jê dayîk bûye, destkişandina Kirmiziçîçek ji CHPê dibe ku bandoreke neyî li Kiliçdaroglû û partiya wî bike.
Nemaze Kiliçdaroglû di serdana xwe ya li navçeya Pêrtaga Dêrsîmê de têkildarê îstifaya Kirmiziçîçek de wiha axivîbû: “Hin agahî gihêştine ber destê me. Lê belê heta ku ev agahî neyên piştrastkirin nabe ku ez li ser bipeyîvim. Ez bawer im hevalên me ji bo zelalkirina babetê dixebitin. Serokê baskê me yê bajêr li ser vê yekê dixebite.”
Kiliçdaroglû wiha domand: “Li gorî nêrîna me pêwîst e di keş û hewayeke azad de siyaset pêk bê. Edetê me wiha ye. Em girîngî û qîmetê didin demokrasî, azadî û mafên mirovan. Ji ber nêrîn û ramana siyasî ya nêrîna me cûdatir, em zext û fişarê naxin ser ti kesek.”
Herwiha Kiliçdaroglû ragihand: “Her mirovek wekî ew xwe dizane em qebûl dikin. Lewra em çawa li cîhan û siyasetê dinêrin, em dixwazin her kes û alî jî bi heman feraset û hişmnendiyê li raman û siyaseta me binêrin. Ger em qala şaristaniyê dikin nabe ku zext û fişar li ser yek aliyekî jî çêbibe. Dêrsîm bajarekî hemdem û hevçerx e, dizanin azadî û çêja wê çi ye.”
Di warê îstifaya Kirmiziçîçek ji CHPê, Kiliçdaroglû bi van gotinan bal kişandibû ser bêhn û egera gefxwarinê.
Piştî daxuyaniya Kiliçdaroglû û gotegotên ku 'Şaredarê Qislê ji ber gefan dest ji CHPê kişandî' îro Şaredarê Serbixwe yê Qislê Cafer Kirmiziçîçek daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Beyanameya Kirmiziçîçek wiha ye: “Di roja 24ê Adara 2015an de min ji raya giştî re eşkera kiribû ku min ji Partiya Gel a Komarî CHPê îstifa kiriye û ji bo rawestandina paşverûtiya AKPê min diyar kiribû ku ez ê di hilbijartinên 7ê Pûşperê de piştevaniya HDPê bikim.
Lê belê piştî vê daxuyaniya min hin kes û alî dixwazin bi manîpulekirin û şêwandina daxuyaniya min, bi rantxuriyê hin destkeftên siyasî bi dest bixe. Daxuyaniya min îstifayê û piştgiriya HDPê bi temamî bi vîn û îradeya min azad çêbûye. Di vî warî de bila gelê me ji bilî daxuyaniya min belav kiriye, baweriyê bi ti gotegot û bobelatên bêbingeh neyînin.”
Rudaw
