• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dexîl di civîna Encumena Asayişê de behsa Pêşmerge û êzîdiyan kir

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Dexîl di civîna Encumena Asayişê de behsa Pêşmerge û êzîdiyan kir
Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, daxwaz ji Encumena Asayişa Navdewletî kir, kurdên êzîdî biparêze û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd qebûl bike.

Viyan Dexîl, îro di civîna Encumena Asayişa Navdewletî de beşdar bû û axaftinek kir.

Dexîl di axaftina xwe de behsa rewşa kurdên êzîdî û komkujiya ku DAIŞê aniye ser wan, kir û got, heta niha zêdetirî 5 hezar kurdên êzîdî wenda ne, ku 3 hezar jê jin in û çekdarên DAIŞê bi wan ticaretê dikin.

Wê parlamentera kurd a êzîdî anî ziman ku DAIŞ kurdên êzîdî dikuje, jinên wan direvîne û difroşe û wiha got: “Em nizanin çima vê yekê tînin serê me?!”

Viyan Dexîl ji endamên Encumena Asayişa Navdewletî xwest, kurdên êzîdî biparêzin û komkujiya ku DAIŞê aniye serê wan jî wek jenosîd nas bikin.

Dexîl her wiha bang li hêzên navdewletî kir, di şerê DAIŞê de alîkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge bikin û ew deverên ku ji ber şerê DAIŞê wêran bûne, dîsa ava bikin.

Rudaw
Top