Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li kenîseya Aşûriyan a Rojhilata Navîn dike
Ev li jêr teksta wê peyamê:
Wefatkirina xwedêjêrazî qedaset Patiryak Mar Dinxa yê çwarem ji dil en xemgîn kirin, bi vê minasibetê bi navê xwe û navê hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxiyê li desteya dêra Aşûriyan ya Rojhilata Navîn û bawemendên wê dêrê dikin. Xwedayê mezin aramiyê pê bide û bi dilovaniya xwe şad bine.
Biwefatkirina qedaset Patiryak Mar Dinxa yê çwarem me kesatiyekî aktîv û bi bandor ji dest da ku wî di warê pêşdebirina pêkevjiyanê, canê biratî û aşitiyê li ser asta Kurdistan, Îraq û deverê hertim roleke mezin dilîst.
Em hêvîdar in ev nexweşiya dawiyê ya kenîseya Aşûriyan a Rojhilata Navîn be û xwedayê mezin tehemilê bi hermû aliyan bide.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
27.03.2015
