• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sekreterê PSDK: Yemen zengileke xeternak e li ser kurdan

Gulan Media March 27, 2015 Nûçe
Sekreterê PSDK: Yemen zengileke xeternak e li ser kurdan
Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku, ev cara yekê ye ku welatê erebî yek deng in, herwiha bi dûr nabîne ku rojekê ji rojan bi heman awayê Yemenê êriş bikin ser kurdan jî.

Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Şerê Yemenê, şerekî mezhebî û neteweyî ye û di koka xwe de şerê Îranê ye.”

Mihemed Hacî Mehmûd wiha got: “Welatên erebî heta niha bi vî awayê yek deng nebûn, lê şerê Husiyên Yemenê di koka xwe de şerê Îranê ye, ku bi awayekî ew kirine yek, ku heta niha li dijî Îsraîlê jî destê xwe nedane hev.”

Mehmûd yekgirtian wan welatan bi zengileke xeternak ji kurdan re binav kir, ji ber ku ew welat bi vî rengê niha di şerê li dijî rêxistina DAIŞê helwîstê wan tunebû, weke ku niha li hemberî Yemenê heye, herwiha bi dûr navîne ku rojekê ji rojan ev welate bi heman awayî êriş bikin ser kurdan jî, eger ew jî daxwaza serxwebûnê bikin.

Derbarê beşdarkirina Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de, Sekreterê PSDKê wiha got: “Eger di rêkeftian navdewletî de, Hêzên Pêşmerge weke hêzeke navdewletî hat naskirin, wê demê amade ye ku beşdariyê bike.”

Balafirên Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya 10 welatên din, şevtira din navendên çekdarên Hûsiyan ên şîe li nêzîk balafirgeha Sanayê û derdora koşka serokayetiya Yemenê bi giranî bombebaran kirin.

Êrişa asmanî ya Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê li dijî Hûsiyên Yemenê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Rudaw
Top