• Tuesday, 17 February 2026
logo

YEMEN- Rûsya gelekî dilgiran e

Gulan Media March 27, 2015 Nûçe
YEMEN- Rûsya gelekî dilgiran e
Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin daxwaz kir ku şerê li Yemenê yekser bê rawestin û çareseriyeke aştiyane ji bo nakokiyên li wî welatî bê dîtin.

Putin duh di peywendiyeke telefonî de ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê pêşhateyên li Yemenê de axifîn.

Li gor daxuyaniyeke Kirmlênê, Putin ji Rûhanî re gotiye ku pêwîst e hemû hewl bên aktîvkirin ji bo nakokiyên li Yemenê bi rêyên aştiyane re bên çareserkirin.

Serokayetiya Rûsiyê, derbarê peywendiya telefonê ya navbera Putîn û Rûhanî û behskirina mijara Yemenê de ragihand: “Ev yek nîşaneke ku Rûsya li hember pêşhatên li Yemenê gelekî dilgiran e.”

Duh jî wezareta derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew piştgiriya serwerî û yekîtiya axa Yemenê dike û ji hemû aliyên Yemen û hevpeymanên wan li derve xwest ku şer rawestînin.

Moskow herwiha got, nakokiyên li Yemenê tenê bi rêya diyalogeke berfereh a niştimanî re dê werin çareserkirin.

Êrişa asmanî ya Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê li dijî Hûsiyên Yemenê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.

Rudaw
Top