• Tuesday, 17 February 2026
logo

Teqînek Li Hesekê Çê Bû

Gulan Media March 26, 2015 Nûçe
Teqînek Li Hesekê Çê Bû
Duh 26ê Adarê, demjimêr 10:45 bi dema Qamişlo, di dema derbasbûna dewriyeke asayişa Hesekê de, li bakurê-rojavayê bajêr, otmbîleke bombekirî pêde teqiya.

Li gor ajansa ANHA, otombîla bombekirî ji corê KIA-Rio bû, li ser cadeya giştî ya di navbera qada Şehîd Delîl li taxa Nasire û taxa Mişêrfe li nêzîk kolîja Zanistê bi dewriya asayişê ve teqiye.


Çavkaniyeke meydanî li Hesekê ji BasNewsê re ragihand, ku di encama teqînê de 2 endamên asayişê şehîd bûn û 3 yên din jî birîndar bûn, birînê yekî ji wan jî gelek giran e.


Weha jî da zanîn, ku hêzên asayişê cihê teqînê dorpêç kirin.
Top