Wezîrê Tirk: Ji PKKê re petrol tine
Taner Yildiz, duh li Stenbolê bi Rêveberê Cîbicîkar ê Ajansa Navdewletî ya Enerjiyê (IEA) Fatîh Bîrol re civîneke rojnamevaniyê li dar xist.
Yildiz di bersiva vê pirsê de ku dema Tirkiyê li Qendîlê petrol derxist dê pişka PKKê jî bide? wiha got: “Me gellek pirsgirêk bi PKKê re parve kir lê êdî em tiştekî bi PKKê re parve nakin. Di mijara petrolê de muxatebê me Iraq e.”
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê ragihand, wan bi Herêma Kurdistanê re rêkeftinek îmze kirine ku li gorî wê rêkeftinê dê li Qendîlê li petrol û gaza sirûştî bigerin.
Şaredarê Bintara Qendîlê Mihemed Hesen jî beriya niha ji Rûdawê re gotibû, em li bendê ne Tirkiye, Herêma Kurdistanê û PKK li ser derxistina petrola Qendîlê li hev bikin.
PKKê beriya niha gotibû, eger li Qendîl petrol hat derxistin divê pişka me jî bê dayîn.
Rudaw
