• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balefirên Si`ûdiyê Êrîşî Ser Husîyên Yemenê Kirin

Gulan Media March 26, 2015 Nûçe
Balefirên Si`ûdiyê Êrîşî Ser Husîyên Yemenê Kirin
Balefirên Erebistana Si`ûdiyê bi piştgiriya 10 welatên din, di nîva şevê de navendên çekdarên Hûsiyan li nêzîk balafirgeha Sanayê û derdora koşka serokayetiya Yemenê bi giranî bombebaran kirin.

Duh Balefirên Erebistana Si`ûdiyê bi piştgiriya 10 welatan li Sanayê êrişê çekdarên Hûsiyan ku piştevanî wan Îran dike, kir.


Ew operasyona Si`ûdiyê ku armanc jê piştgirîkirina serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî ye, di bin navê Asîfet Elhezim de destpêkir û li gor çavkaniyan, Si`ûdiyê 100 balafir û 150 hezar leşkerên xwe tevlî şerê li dijî Hûsiyan dike.


Di êrîşên şeva borî de ku heta îro serê sibehê jî berdewam bûn, jibilî balafirgeha Senayê û Koşka Serokayetiyê, herwiha navenda Eldîlmî û navenda Elend li nêzîk bajarê Adenê jî hatin bombebarankirin.


Operasyona Si`ûdiyê bi piştgiriya 10 welatan pêk tê ku hin ji wan di êrîşa beşdarin, herwiha Koşka Spî jî ragihand ku Amerîka di operasyona li Yemenê de bi rêya alîkariya lojistîk û îstixbaratî re hemahengiyê ligel Si`ûdiyê dike.


Her deh welatên ku tevlî operasyona li dijî Hûsiyan bûne ji Si`ûdiyê, Îmarat, Kuwêt, Behreyn û Qeter herwiha Misr, Urdun, Sûdan, Mexrib û Pakistanê pêk tên.


Misr jî îro serê sibehê ragihand ku amade ye tevlî operasyona bejayî li Yemenê jî bibe.


Jêder: Rûdaw
Top