• Tuesday, 17 February 2026
logo

Blecîka Nehişt Dayika 3 Şehîdan Bigehe Ewropa

Gulan Media March 26, 2015 Nûçe
Blecîka Nehişt Dayika 3 Şehîdan Bigehe Ewropa
Biryar bû duh 26ê Adarê, dayika 3 şehîdên Kurdistanê Ayşe Osman û 2 keçên kurd ên êzdî ku ji dest çekdarên DAIŞê reviya bûn, di civîna Parlementoya Ewropayê de amade bin, da rêz li wan bê girtin.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji ber xemsariya desthilatdarên Belcîkayê û tedbîrên bîrokrasî yên wî welatî, vîze bi Ayşe Osman û du keçên êzdî nehat dayîn da ku beşdarî civîna parlementoyê bibin.


Roja 17.03.2015, Ayşe Osman û her du keçên êzdî li ser vexwendina Parlementoya Ewropayê ji Hewlêrê ber bi Stenbolê ve birêketibûn, da ku ji wê de jî berê xwe bidin Brukselê û tevlî civîna parlementoyê bibin.


Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de nivîsiye: “Piştî pêşkşkirina daxwaza vîze û temamkirina rêkarên pêwîst, mixabin aliyê Belcîka daxwaza vîze ya wê şandê red kir, ew jî ji bo şaşiyeke kargêrî û lihevtênegheştin ligel Parlementoya Ewrpûa.”


Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin jî ku, Serokê Parlementoya Ewropa “Martin Schulz” bixwe hat ser xetê û daxwaz ji Belcîka kir ku vîzeyê bide wê şandê, “Lê ji ber sîstema bîrokrasî ya wî welatî, vîze di dema pêwîst de bi wan nehat dayin.”


Di vê derbarê de, Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa dilgiranî û nerazîbûna xwe gihanidn desthilatdarên Belcîkayê.


Hevdem Martin Schulz li ser rûpela xwe ya taybet a Twitterê dilgiraniya xwe ji nedayîna vîze bi dayika 3 şehîdan û 2 keçên êzdî ragihand.


Her sê birayên Şehîd (Necat Osman, Ehmed Osman û Mewlûd Osman) ku ji devera Soran in, roja Şemiyê 25.10.2014 di dema êrîşkirina Pêşmerge ji bo azadkirina nahiya Zumarê şehîd ketibûn û dengekî berçav vedabûn di torên civakî de.

Bas News
Top