Hevwelatîyên Bajêrê Mûsilê Xwe Ji Bo Revê Amade Dikin
Berpirsê Ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Mûsilê Se`îd Memûzînî ji Rûdawê re diyarkir, ku balefirên şer ên Hevpeymanan di encama êrişên asmanî de li deşta Mûsilê, gellek çekdarên DAIŞê kuştin.
Se`îd Memûzînî got, tenê li bajarokê Keske ya Mûsilê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Memûzînî weha jî da zanîn, ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê, sivîl xwe ji bo reva bajêr amede dikin.
