• Tuesday, 17 February 2026
logo

Navbera Artêşa Turkiye û PKK şer rû da

Gulan Media March 25, 2015 Nûçe
Navbera Artêşa Turkiye û PKK şer rû da

Desteya Erkana Artêşa Turkiye di daxuyaniyekê de ragihand ku, Artêşa Turkiye li hemberî bordûmana gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) li Başûrê Rojhelata wê welatî bi top û Hawanan bersiv daye û bargehên wê partiyê bombebaran kiriye.

Li gor nûçeyek Ajansa Rueter`ê jî li devera Daxlîce ya herêma Colemlêrg`ê ku, dikeve ser sînorê Îraq`ê şer û pevçûn di navbera Artêşa Turkiye û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan`ê (PKK) de rû da, tevî ku agirbest û Piroseya Aştiyê di navbera herdu aliyan de 2 sal in berdewma dikin ku bûyerek ne asayî ye.

Xendan
Top