Li Îranê ji destpêka îsal ve 252 kes hatine darvekirin
Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Mafê Mirov ê Îranê Ehmed Şehîd, di nûtirîn raporta xwe de belav kiriye ku di hundirê 10 hefteyên yekem ên sala 2015ê de, li Îranê 252 kes hatine darvekirin ku 80 ji wan Kurd in.
Ehmed Şehîd di raporta xwe de ku pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kiriye, dibêje di sala 2014ê de Komara Îslamî ya Îranê 753 kes darvekirine. Li gor Ehmed Şehîd, sala borî bi kêmanî 13 tohmetbarên temen jêr 18 salî li Îranê hatine îdamkirin û evna jî dijî yasayên navdewletî ye.
Li gor raportên rêxistinên mafên mirov, di nav kesên hatine darvekirin de 80 welatiyên Kurd hebûne ku 6 ji wan çalakvanên siyasî bûn. Di raportê de wiha tê gotin: ‘’Komara Îslamî ya Îranê û navendên ewlekariyê berdewam çalakvanên sivîl digrin, wan îşkence dikin û malbatên wan jî xistine jêr zext û çavdêriyê.’‘
Ehmed Şehîd ligel ku bi awayekî cidî nîgeraniya xwe aniye ziman li beramber rewşa xirab a mafê mirovan li Komara Îslamî ya Îranê ku zêdeyî 30 rojnamevan û nivîskarên malperan di zîndanên Îranê de ne.
basnews
