• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ hêzên xwe li derdora Xazir kom dike

Gulan Media March 25, 2015 Nûçe
DAIŞ hêzên xwe li derdora Xazir kom dike
Efserekî ji bereya şer ya Xazir`ê ragihand ku, zanyarî gihîştine destên wan ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) nêzîkî 100 çekdar û 5 otombêlên serbazî li gundên Koneber û Werdek yên devera Xazir kom kiriye ku, dixwaze hêriş bike ser sengerên Hêzên Pêşmerge.

Wê efserî ku nexwestiye navê wî bê aşkere kirin, gotiye: Duh danê êvarê û heya niha firokên cengî li esmanê bdevera Xazir`ê digerin, lê heya niha tu cih bombebaran ne kirine.

Amaje bi wê yekê kir ku, Hêzên Pêşmerge di dema niha de di amadebaşiyê de ne jibo bersivdayîna her hêrişke çekdarên DAIŞ`ê bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge.

Xendan
Top