• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jiber şewatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media March 25, 2015 Nûçe
Jiber şewatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Duh piştî nîvro li taxa Qudurbeg`ê li mala welatiyê bi navê Mehemed Xêr Hesen bûyera şewatê jiber teqîna sobeyê pêk hat.

Di şewata ku avahî hemû dorpêç kir de, Mehemed Xêr Hesen (41), hevsera wî Rengîn Oso (35), zarokên wan Rimbaz (15), Neyaz (13), Nemaz (11) û Hesen (7) jiyana xwe ji dest da.

Di şewatê de ji malbatê tenê zarokên Mehemed Xêr Hesen ên bi navê Hisên (9) û Heles (6) ji şewatê rizgar bûn.

Hat zanîn ku cenazeyê 6 kesan li goristana Curnik a li taxa Enteriyê hatin definkirin.

Xendan
Top