• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmet: Rewşa herêma Kurdistanê aram e

Gulan Media March 16, 2015 Nûçe
Hikûmet: Rewşa herêma Kurdistanê aram e
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel konsul, konsulên fexrî û dipolomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê civiya û di civînê de tekîd kir ku, rewşa herêma Kurdistanê aram e û ti bûyerên nexwestek neqewmîne ku, geştên asîmanî navebra Hewlêrê û welatên cîhanê bên rawestandin.

Di civînê de ku, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û nûnerên wezareta pêşmerge û balefirxaneyên herêma Kurdistanê amade bûn, cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê ji diplomatkarên biyanî re behsa rewşa siaysî, êkonomî û leşkerî li herêma Kurdfistanê, bi taybetî ew kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de ye û tevî wê kirîza êkonomî, herêma Kurdistanê di nav cengekek dijwar de ye li dijî rêxistina terorîstiya DAÎŞê.

Talebanî dilgiraniya xwe li hemebr rawesandina hindek geştên asîmanî ji çend welatekan bo herêma Kurdistanê bi hêceta nearamiya rewşê û şerê azadkirina hin deveran ji destê DAÎŞê diyar kir û hêvî kir ku, konsul û nûnerên welatên biyanî yên herêma Kurdistanê wê peyamê bigehînin welatên xwe ku, herêma Kurdistanê di rewşeke aram û biîstîqrar de ye û geştên asîmanî weke berê bi awayekî normal dest pê bikin.

Cîgirê serokwezîr behsa serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî DAÎŞê ku beşek mezin ji axa Kurdistanê ji bin destê terorîstan rizgar kirye kir û daxwaz ji welaêtn biyanî kir lîkariya herêma Kurdistanê bikin bi taybetî ku, nuha nêzîkî du milyon koçber û penaber li herêma Kurdistanê hen ku, ji deverên din yên Îraqê û Suriyeyê hatine.

Li dor têkeliyên Hewlêr û Bexdayê jî, Talebanî tekîd kir ku, herêma Kurdistanê bi wê lihevhaitna di navbera her du aliyan de hatiye îmza kirin pabend e û tekîd li ser berdewamiya danûstandina ji bo cîbicîkirina wê lihevhaitnê kir.



Top