150 malbatên Kurd ji dest DAIŞê rizgar bûn
Berpirsê liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarokê Wankê, Seyid Musilm Qasim ji BasNews re ragihand: “Hemû malbatên kurd li bajarê Mûsil hewil didin xwe ji bin destê DAIŞê rêzgarbikin”.
Seyid Muslim Qasim aşkere kir “Îro Şemiyê 14.03.2015, 150 malbatên kurd ji bajarê Mûsil ji taxa Reşîdiyê, ku asê mabûn, xwe ji bin destê DAIŞê rezgarkirin û berî demeke kurt gihan bajarokê Wankê.
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku “Ew malbat ji zarok, jin û zilaman pêktên û niha ew li bajarokê Wankê hatine bicîkirin”.
Li gor gotina Seyid Muslim: “Ew malbat li taxa Reşîdiyê asê mabûn û bêhtirê wan kurdên Gergerî ne, beşek ji wan xwe rêzgarkirine û beşekî dinjî hewil didin xwe rêzgarbikin.”
Basnews
