• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ dest bi têkbirina şûnwarên Hezer kir

DAIŞ dest bi têkbirina şûnwarên Hezer kir
Vê sibehê çekdarên rêxistina DAIŞê dest bi têkbirina şûnwarên Hezer (80 km başûrê Mûsilê) kirin, ku bajarekî pir kevnar e û vedgere bo serdema 2yemîn a zayînî.

Berpirsê ragihandina şaxa Mûsilê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê îro serê sibehê bi girêderê, dest bi têkbirina bajarê Hezer ê dîrokî kirin.”

Mûsilê Seîd wiha domand: “Hezer bajarekî pir kevnar e û 4 paşayên mezin ên xristiyanan bi navê Wilciş, Sentroq, Ebid Sîma Sentroq Derhem hûkim tê de kirine.”

Derbarê girîngiya wî bajêrî, Memozînî wiha domand: “Gellek şûnwar li wir hene, ku nêzîkî 2 km cih giritiye.”

Bi gotina berpirsê ragihandina şaxa Mûsilê ya PDKê, “Çekdarên DAIŞê diravên kevin ên serdema wan paşayan dizîne, ku li wir veşartîbûn û ji zêr û zîv pêk tên.”

Wezareta geştyarî û şûnwaran ya Iraqê duh ragihand ku çekdarên DAIŞê bajarê Nemrûd yê dîrokî li parêzgeha Neynewayê têk birin.

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon, Koşka Spî û Ezhera Misrê têkbirina navçeya Nemrûd ya dîrokî li Iraqê ji aliyê DAIŞê ve, şermezar kirin.

Rudaw
Top