Nehsan:Rêjîma Esed tu çek nedaye me
Nehsan diyar kir ku, Esed dixwaze bi wan gotinan serkeftina Kurdan li Kobanê bike ya xwe.
Îdrîs Nehsan got: Tu aliyekî jibilî hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û şam`ê (DAIŞ`ê) alîkariyên leşkerî nedaye bi şervanên Kurd.
Eve di demekê de ye ku, serokê Sûriyê Beşar Esed duh di hevpeyvînekê digel Televizyona fermî ya Portugal`ê de gotibû ku Sûriyê beriya şerê Kobanê çek dabû hêzên Kurd.
Xendan
