Peyama Serok Barzanî ya salvegera Raperînê
Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê
Bi helkefta salvegera raperîna mezina 1991 û azadbûna bajarên Kurdistanê ji bin desthilata Be'es a şovenî da germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû hemwelatiyên Kurdistanê û malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û aliyên siyasî û hemû çîn û tuwêjên Kurdistanê dikim. Li vê salvegera pîroz da spasî xelkê xweragir û şehîdperwerên Kurdistanê dikim ku bi xwîna xwe piştgîriya Pêşmerge kirin û destana raperînê tomar kirin.
Raperîn dirêjepêderê xebata tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û werçerxanekî dîrokî ya li jiyana gelê Kurdistan bû ku azadî û destkeftên giranbiha jê pêkhat. Raperîna gelê Kurdistanê û Pêşmerge li dijî zulm û dagîrkeriyê de nîşana bi hêza îradeya gelê Kurdistanê bû li dijî çewsandin û asîmîlasyon û dagîrkeriyê da û peyamek jî bû ji bo hemû cîhanê ku gelê Kurdistanê tu demek bindestî û sîtemê qebûl nake.
Raperîna mezina gelê Kurdistanê ji bo wê yekê serket ji ber ku hemû hêz û aliyên siyasiyan û xelkê Kurdistanê yekrêz bûn û li yek sengerê da bûn. Ev serkeftina mezin belgeye ji bo wê yekê ku em her dema yek bûbîn destkeftên mezin jî ji bo gelê me pêkhatine. Eger hinek car serbarê xebat û qurbanîdanekî zêde, destkeft ji bo gelê Kurdistanê pêkhatibe ewe wateya bi hêza dijminan nebûye belku nebûna yekbûn û yekrêziyê wiha kiriye destkeft ji bo gelê Kurdistanê mîsoger nebin.
Raperîn waneya yekrêzî û nehiştina zulm û dagîrkerî û serkeftina gelê meye û pêwîste ev waneyê bibê sermeşqê hemû qonaxên xebata gelê me. Niha jî ku gelê me qonaxekî hestiyar û dijwar bi ser dibe û li gel terorîstan li şer daye zêdetir ji hemû demekî divê dest bi yekrêziyê bigrîn û destkeftan biparêzîn û serkeftin ji bo gelê me mîsoger bikîn.
Bijî Kurd û Kurdistan
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.03.2015
