• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê Tirkiyeyê serdana kampa pêşmerge dike

Wezîrê Tirkiyeyê serdana kampa pêşmerge dike
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Îsmet Yîlmaz li Hewlêrê serdana kampên perwerdeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Îsmet Yilmaz duhî daku di çarovaya operasyona Mûdilê de hin hevdîtina pêk bîne gihîştibû Bexdayê û duhî bi şev jî hatibû Hewlêrê.

Yilmaz îro li Hewlêrê serdana kampên perwerdeya Hêzên Pêşmerge kir. Li wê kampê pisporên leşkerî yên tirk perwerdeya leşkerî didin pêşmerge.

Tê pêşbînîkirin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê pêşwaziye li Îsmet Yilmaz bike.

Rudaw
Top