• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tirkiye li hemberî milîsên şiî derket

Tirkiye li hemberî milîsên şiî derket
Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu got divê milîsên şiî tevlî operasyona Mûsilê nebin.

Ahmet Davutoglu ji Portekîze derbasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bû û di balafirê de daxayaniyek da rojnamevana.

Davutoglu derbarê operasyona Şah Silêman de wiha got:

“Heger zirareke yea me çê bibû yan jî em rastî êrişekê bihatiban me dê herêma heta qeraqolê kontrol bikiriba.”

Davutoglu diyar kir ku Tirkiye rasterast tevlî pevçûnên operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê nabe û wiha domand:

“Tirkiye li Iraq û Sûriyê yekser tevlî pevçûnan nabe. Emê piştgiriya operasyona Mûsilê bikin lê em rasterast beşdarî şerê wê nabin. Lê Tirkiye rastî êrişêke bê wê gavê emê bi cih de bersiva êrişê bidin û ev hêza me jî heye.”

Serokwêzîrê Tiekiyeyê ani ziman ku tirsa Parêzgerê Mûsilê Nuceyfî ew e ku piştî bajêr ji rêxistina DAIŞê hat paqijkirin milîsên şie li wê derê xwe bicih bikin e û wiha pê de çû:

“Divê hêzên Neteweyî yên sune li wê derê bicih bibin. Fikarin Tirkiyeyê ji yên hevpeymaniya navdewletî cudatir in. Hevpeymaniya navdewletî deristina DAIŞê ji Mûsilê wek serkeftineke dibîne. Ev yek rast e lê dema ji bajêr hatin derxistin dê çi bibe ev pirs girîng e. Cihên ku ji DAIŞê bên paqijkirin divê rejîma Sûriyê an milîsên şiî yên Iraqê li wan dearn bicih nebin.”

Rudaw
Top