• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka red dike pêwendiyeke nû ligel Îranê dest pê bike

Amerîka red dike pêwendiyeke nû ligel Îranê dest pê bike
Wezareta Derve ya Amerîkayê red kir ku bi sedema gotûbêjên taybet bi pirsa atomî ya Îranê pêwendiyeke nû li gel îranê dest pê bikin û alîkariyên îranê bo komên tundrew li Rojhilata Navîn, weke Hizbullahê nebînin.

Alîkara Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf di civîneke rojnamevanî de got, hewlên Amerîkayê tev ji bo rêgirtina li ber Îranê ye ku ew çekên atomî bidest nexe.

Harf anî ziman cezayên li ser Îranê mijareke dine û Amerîka alîkariyên Îranê bo komên tundrew dibîne.

Derbarê gotara Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di kongreya Amerîkayê de jî Harf got, pêvajoya gotûbêjên bi Îranê re nabe sedema xurtbûna pêwendiyên Amerîka û wê, bi temamî ji gotara Netanyahu cuda ye.

Rudaw
Top