• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parêzgerê Kerkûkê: Tekerê me teqiya

Parêzgerê Kerkûkê: Tekerê me teqiya
Parêzgerê Kerkûkê Necmedin Kerîm got ew di bin guşarên mezin de ne û tekerê wan teqiya.

Necmedin Kerîm ji rojnameya Independentê re nerîna kurdan a derbarê operasyona Tikrîtê nirxand.

Artêşa Iaraqê û milîsên şiî li Tikrîtê êrişak berfireh li dijî rêxistina DAIŞê didomînin.

Parêzgerê Kerkûkê Necmedin Kerîm anî ziman ku ew di bin guşarên mezin de ne wiha got: “Dema ev herêm hatin rizgarkrin emê şi bikin? Kesên ku mal û warên xwe berdan û revin dê bikaribin dîsa vegerin malên xwe?”

Kerîm diyar kir ku ji bo penabarên li parêzgeha Kerkûkê cih bûyîn û ji bo avakirina nû ve Bexda ti alîkariya wan nake.

Kerîm pirsa “Em dikarin bibêjin benzîna Kerkûkê xilas dibe?” wiha bersivand:

“Erê û bi ser de em dikarin bibêjin tekerê me jî teqiya ye.”

Parêzgerê Kerkûkê amaje kir ku ji bo paşêroja Iraqê baş bibe divê pêkhatiyek ji 3 herêmên xweser bê avakirin. Kerim got divê wekî kurdan sune û şiî jî bibin xwedî reveberiyek xweser û wiha domand:
“Li Iraqê ti hêz nikare hêzek ji xeynî xwe bi çekan zorî bixe din kontrola xwe de.”

Rudaw
Top