Hêzên Iraqê li ber deriyê Tikrîtê ne
Serokê Komîteya Ewlehiyê li Encumena Parêzgeha Selaheddînê Casim Cibara ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Iraqê bi piştevaniya El-Heşidul Şeibî karîn gundê Miîbdiyê yê nahyeya El-Elem (15 km başûrê Tikrîtê) ji destê çekdarên DAIŞê derxînin.”
Casim Cibara wiha got: “Şer û pevçûneke giran li wê nahyeyê derket û çekdarên DAIŞê gellek ziyan dîtin.”
Operasyona hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Heşidê Şeibî ji bo kontrolkirina navenda parêzgeha Selahedînê Tikrîtê derbasî roja xwe ya sêyem dibe.
Parêzgarê Selaheddînê Raîd Cibûrî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlehiyê û El-Heşidul Şeibî îro derdora 200 km bi aliyê rojhilat ve pêşve çûn û hejmarek navçe û gund xistin destê xwe de.”
Parêzgarê Selaheddînê wiha got: “Di encama wê pêşveçûnê de, hêzên ewlehiyê karîn çekdarên DAIŞê di nava bajarê Tikrîtê de ji 3 aliyan ve dorpêçbikin.”
Raîd Cibûrî tekez kir ku, “Heta niha hevpeymaniya navdewletî bi rêya lêdana balafirên şer alîkariya wan nekirine di vê operasyonê de.”
Di çend rojên borî de, çekdarên DAIŞê bi rêya kesên xwekuj re çend otomobîl di nava hêzên Arêtşa Iraqê û Heşidê Şeibî li Tikrîtê de teqandin.
Rudaw
