Di roja cîhanî ya maçkirinê de çend zaniyariyên sosret
Di destpêkê de roja maçkirinê li Berîtaniya birêve diçû lê berî 20 salan Neteweyên Yekbûyî roja 6ê Tîrmehê wek roja cîhanî ya maçkirinê da zanîn.
Maçkirin di kiltûrê gelan de bi gelek wateyan dê, bi wateya rêzgirtin, heskirin, bi wateya silavê û li Japonê maçkirin di navbera zilam û jinê de bi wateya heskirina encamdana sêks tê.
Lê li hin navçe çend yasayên sosret hene derbarê maçkirinê de, bo nimûne li wîlayetên Connecticut û Michigan ên Amerîkî maçkirina jinan roja Yekşemê qedexe ye.
Herwiha li seranserê cîhanê Îtalî û Fransî di pêşengê de tên ji aliyê hejmara maçkirinê di rojekê de, ku digihe 7 caran rojane.
Rekorad cîhan ya saetên maçkirinê jî bi navê du hevjînên Taylendî ye ku 58 saetan û 35 deqe û 58 çirkeyan berdewam bûn li ser maçkirin.
Rudaw
