• Sunday, 01 February 2026
logo

Parka niştimanî ya Helgur 19eme li ser astê cîhanê

Parka niştimanî ya Helgur 19eme li ser astê cîhanê
Malpera tora nûçeyan a CNN lîsteyek bi navê xweştirîn parkên niştimanî li cîhanê belav kiriy ku tê de parka niştimanî ya Helgurd li Başûrê Kurdistanê ku ser bi parêzgeha Hewlêrê di pileya 19em de hatiye.

Nivîskar û fotografer Anne Dirkse ku serdana gelek parkên niştimanî kiriye, lîsteyek bo CNN derbarê parkên niştimanî li cîhanê de amade kiriye da xelk nav û cihê wan parkan bizane.

Yekemîn parka niştimanî sala 1872an li Amerîka hatiye damezrandin û piştire li welatên din ên cîhanê belav bûye, ku pêwsîtiya wê bi rûbereke yekcar zêde ji axê heye.

CNN di wê raporta xwe de li ser parka niştimanî ya Helgurd nivîsiye: “Helgurd bilindtirîn çiyaye li Iraqê û bi dirêjahiya salê berf li ser dimîne û rûbarên li derdora wê dîmenek balkêş dide wî cihê ku geştiyaran dikşîne xwe.”

Rudaw
Top