• Sunday, 01 February 2026
logo

Ji bo tu di rojiyê de tînî nebe van tiştan bike

Ji bo tu di rojiyê de tînî nebe van tiştan bike
Di meha rojiyê (Remezanê) de mirovê rojiyê digire zêdetir tînî dibe, bi taybet îsal ku rojî dikeve çileya havînê de û li hin navçeyan pileya germê digihêje 45.

Ji bo ku kesê rojiyê digire tînî nebe divê dema bi fitare haya wî ji xawrina xwe hebe.

Laşê mirov di nîva duyem a rojê de hemû ava xwe ji dest dide, lewra divê mirov zêdetir xwarina tije av bixwe bi awayekî ku bikaribe av têra laşê wî bike û wî bigihîne dema fitarê.

Mirovê rojiyê digire divê ji dema fitarê heta paşîvê 1 lîtir heta 1.5 lîtir av vexwe.

Herwiha pêwîste dike ku xawarina şil bixwe û ya herî girîng şînî, şorbe û şerbeta mêweyên siruştî ye.

Ya baş ewe ku mirovê rojiyê digire şînî û mêweyên taze bi şevê yan jî di paşîvê de bixwe, ji ber ew tê avin û wê nehêle tu tînî bibe.

Di rojiyê de ji van xwarinan dûr bikeve

Xwarinên şor û tije beharat dihêle ku laşê mirov bêtir avê bixwaze, lewra pêwîste di rojiyê de mirov xwê û beharatan kêm bi kar bîne û li şûna wan hinek leymon bi kar bîne.

Tiştekî din ê girîng ji bo mirovê rojiyê digire, paşîva xwe dereng bixwe û selade û şerbetên siruştî jî zêde bixwe.

Rudaw
Top