Selman Ruşdî xelata PEN/Pinter Prize bidest xist
Xelata PEN/Pinter Prize di sala 2009’ê de ji aliyê Encûmena PEN a Brîtanyayê ji bo bîranîna şanonivîsê navdar ê Brîtanî û xwediyê xelata Nobel a 2005’ê, Harold Pinter hatiye destnîşankirin.
Xelata PEN/Pinter Prize pêşkêşî wan nivîskaran tê kirin ku bi ’’Rewşenbîrî û nêrîneke cesûrane’’ rastiya jiyan û civakê vedibêjin. Pinter di axiftina wergirtina xelata Nobelê de hêvî kiribû ku nivîskar bi awayekî rewşenbînane û bi nêrîneke cesûrane rastiyên jiyan û civakê vebêjin.
Nivîskarê romanên ’’Zarokên Nîve Şevê’’ û ’’Ayetên Şeytanî’’ Selman Ruşdî spasdariya xwe ji navenda PEN/Painter Prize anî ziman û got: ’’Ji bo min şerefeke mezin e ku xelata bi navê dost û hevalê xwe yê qedîm û azadîxwaz, Harold Pinter werdigirim.’‘
Ruşdî ragehand ku di salên tengaviyê de Harold Pinter û Encûmena PEN a Brîtanyayê hevkariya wî kirine. Di 14’ê Gulana 1989’ê de Ayetulah Xumeynî fetwaya kuştina Selam Ruşdî ji ber nivîsîna pirtûka ’’Ayetên Şeytanî’’ derxistibû, fetwaya ku roja îro jî berdewam e.
Basnews
