Axdamara Wanê ji aliyê kêvroşkan ve ‘hatiye dagîrkiri’!
Li giravê nêçîra kêvroşkan nayê kirin û ji ber vê jî her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Dêra Axdamarê ya ku ji bo turîzma baweriyê xwediyê cihekî girîng e jî li heman cihî ye. Lê ji ber dagiriya kêvroşkan him pêşeroja giravê û him jî pêşeroja dêrê di xetereyê de ye. Kêvroşk li giravê û derdora dêrê çalan dikolin û ev yek jî ji bo dîrok û nebatên li giravê qet baş nîne. Heke tewdîrên berfireh neyên girtin, di nav 10 salan de li giravê ji dar û beran dê tu tişt nemîne.
Serokê Komeleya Çavdêrên Siruştiyê Prof. Dr. Mustafa Sari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku girava Axdamarê bi dîrok, sirûşt û çanda xwe ve gellekî bi qedr û qîmet e. Di salên dawîn de li giravê di qada turîzma baweriyê de hin xebat hatin kirin.
Sari ev xebat bi bîr xistin û da zanîn ku li giravê zêdebûna kêvroşkan ji bo pêşerojê talûke ye û wiha dewam kir:"Çend sal berê li ser pêşniyaza Qaymeqamê Gewaşê ji bo dilê kesên ku tên giravê xweş bibe kêvroşkên nêr û mê berî giravê dan. Ev kêvroşkên hanê ji ber ku li giravê di nav ewlehiyê de ne di demeke kurt de zêde bûn. Li dereke din be nikarin evqas zû zêde bibin, lewra li wan deran dijminên wan pir in. Li gor lêkolînên me piştî saet 18.00an ku meriv ji giravê vediqetin, kêvroşk derdikevin holê û li giravê belav dibin. Van kêvroşkan li seranserê giravê çal kolandine. Lewra li koka nebatan digerin ku ji xwe re qulan çêbikin. Ji bo tewdîran divê xebat bên kirin."
Rûdaw
