• Saturday, 31 January 2026
logo

Mêşvanê Mano Xelîl diçe festivala Dubai

Gulan Media December 2, 2013 Corane
Mêşvanê Mano Xelîl diçe festivala Dubai
Filmê „Mêşvan- Apê Îrbom“ (Der Imker) ê derhênerê Kurd Mano Xelîl ji bo Festîvala Sînema ya navnetewî a Dubai 2013’an hate hilbijartin. Fîlm başdari programa „şevên Erebî“ a festivalê, ku ji 6-14 meha 12 didome dibe.

Film wê roja şemê 6.12 demjimêr 5:30’an li Mol Dubai 5 were nişandan. Cara duyemîn wê roja Duşemê 9.12 demjimêr 6’an li Mol Dubai 7 were temaşekirin.

Filme „Mêşvan“ çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku heta salê 90’ î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bûye lê ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bûye. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û neçar ma bireve û weke penaber biçe welatê Swîsrayê.

Apê Îrbom li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibine çiyayên Kurdistanê.
Filmê Mano Xelîl layiqî gelek xelatên navnetewî bûye:
Xelata yekem a Sînema Swisri a Solothurn 2013.
Xelata yekem li festîvala Munixa Almaniya 2013.
Xelata zêvîn li Festîvala Lessinia a Îtaliya 2013.
Xelata yekemin a Festivala Sinema a navnetewî a Duhokê 2013.
Û xelata Temaşevanan a Festîvala Neue Heimat a Austria 2013.

Ev film behtrî 5 Mehan di sînemê Swîsra de hate nîşandan. Fîlm di destpêka sala 2014’an de li hemû bajarên Almaniya, ji aliye şirketa ’’Braveheart international’’ derbasî sînemaya Almaniya dibe.

Basnews
Top