• Saturday, 31 January 2026
logo

Hewlêr di lîsteya baştirîn deverên geştyarî de ye

Gulan Media November 27, 2013 Corane
Hewlêr di lîsteya baştirîn deverên geştyarî de ye
Kovara National Geographic Traveler, di raporteke xwe de lîsteyeke 20 deverên geşt û guzariyê destnîşan kirine. Di vê lîsteyê de cihên herî baş û maqûl ên ku divê mirov di sala 2014an de lê bigere hene. Hewlêr jî di nav van deveran de ye. Hewlêr bi rûyê xwe yê nû li seranserê Iraqê bû navnîşan û sembola aramî û pêşketinê.

Kovar balê dikşîne ser wê yekê ku Hewlêr yek ji bajarên herî kevn ên cîhanê ye. Herwiha ragehand ku li gor zanyaran, ji 6 hezar salan zêdetir e ku niştecîhbûn di nav Keleha Hewlêrê de heye.

National Geographic Traveler kovareke zanistî û çandî ya navneteweyî ye. Vê kovarê di jimara xwe ya meha Kanûna 2013an û Çileya 2014’an de bala xwendevanên xwe dikşîne ser deverên geşt û guzariyê. Kovarê li jêr manşêta Baştirîn Geşt – 2014, Hewlêr bi sernavê “Klîşeyên li ser Rojhilata Navîn Jibîr Bikin” da nasandin.

Di kovarê de hat ragehandin ku Hewlêr yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye, û hûn dê hemû agahiyên der barê Iraqê de jibîr bikin û dê bîr û hafizeya we di vî warî de nû bibe. Di danasînê de hat diyarkirin ku Herêma Kurdistanê li gor başûrê Iraqê bi her awayî cîhaneke din e.

Van salên dawî li Hewlêr û Silêmaniyê du balafirgehên mezin û nûjen vebûn. Lewma jî ew kovara navneteweyî dibêje: “Geştyar bêyî ku berê xwe bidin Bexdayê, ji Wien, Emman û Stenbolê yekser tên li balafirgeha nû ya Hewlêrê peya dibin.”

Kovar di raportê de girîngiyeke zêde dide dîrok û eserên Hewlêrê û ji bo qedîmbûna wê jî dibêje; “Keleha Hewlêrê nêzîkî 6 hezar sal e niştecîhbûn lê heye û dikeve raserî navenda dîrokî ya bajêr.”

Herwiha kovar balê dikşîne ser mîmarî û çanda bajêr û wiha berdewam dike: “Li dora wê, qesrên nûjenkirî yên Osmanî û bazarên labîrentî hene.” Kovar li ser dewlemendî û pirrengiya bazarên Hewlêrê jî radiweste û diyar dike ku li wan bazaran ji mafûran bigire heta bi firaxên mitbexê her tişt peyda dibe.

Ewlehî û îstîqrara Herêma Kurdistanê bi giştî û aramiya Hewlêrê jî mijareke din a nivîsê ye. Di nivîsê de tê gotin ku herçiqas di îlona 2013’ê de bajar bi teqîneke metirsîdar hejiya jî, lê gelek kes wê teqînê bûyereke tekane dihesibînin. Otêlên ku bûne perçeyek ji bazirganî û paşeroja Hewlêrê, di raportê de wek rûyê nû yê bajêr têne nasandin û tê gotin ku avahiyên bilind ji bo kar û otêlên navdar û geştûguzariyê tên avakirin.

Ji aliyekî din ve jî pirrengî, pirçandî û piroliya li Herêma Kurdistanê, bi Mesîhiyên Enkaweyê tê vegotin. Di nûçeyê de ev tax wek taxa mezîn a Mesîhiyan li Rojhilata Navîn tê binavkirin û wiha berdewam dike: “Dêra Mesîhiyan a li vê derê bi mîmarîya xwe ya zîguratî rabirdûya Babîlî ya herêmê tîne bîra mirov. Li rêstorantan corên şerabê û xwarinên herêmî wek kufte, kebab û parêvê hene.”

Tarîfa erdnîgariya bajarê Hewlêrê û xwezaya Herêma Kurdistanê wek “Li derveyî bajêr çiyayên tije rûbar û şelale li pişt hev in' tê pênasekirin. Kovarê cih da daxûyaniyên damezrînerê şirketa “Kurdistan Adventures” ê Shannon Skerrittê Awistralî jî. Skerrittê, ragehand ku ew ji mişterîyên xwe yê rojavayî re dibêje; ‘Kurdistan bi rastî Iraqeke din e, tiştên ku hûn di nûçeyan de dixwînin û temaşe dikin li vir tune ne.”

Kovar ji xwendevanên xwe re çend ciyên ku lê bixwin, razên, herinê û lê bigerin pêşniyar dike. Bi taybetî jî geşta li çiyan û serdana Muzexaneya Tekstîla Gelêrî ya Kurdan.

Kovara National Geographic ji xeynî Hewlêrê ku wek Paytexta Geştûguzarî ya Cîhana Erebî – 2014 hatiye diyarkirin; deverên wek Herêma Bakur ya Awistralya, li başûrê Îtalyayê herêma Puglia, li Rwandayê Parka Neteweyî ya Daristana Nyungwe, bajarê New Orleansê li dewleta Louisiana ya Amerîkayê, paytexta Letonya Rîga û li Keneda jî Parka Neteweyî ya Nahannayê di lîsta “Baştirîn Geşt – 2014’ê de destnîşan dike.

Basnews
Top