• Monday, 02 February 2026
logo

Xizîna hunerî ji maleke qirêjgirtî derket

Gulan Media November 17, 2013 Corane
Xizîna hunerî ji maleke qirêjgirtî derket
Li bajarê Munchenê yê Almanyayê li mala kesekî 80 salî bi buhayê milyarek Euro tabloyên hunerî yên ku wekî “winda dihatin zanîn“ hatin desteserkirin. Hejmara tabloyên ku hatin desteserkirin 1285 heb in û gellek jê rejîma Naziyan ji deverên cuda yên cîhanê desteser kiribûn. Di nava tabloyan de berhemên hunermendên navdar yên mîna Picasso, Dix û Matisse jî hene. Ji hêla din ve hat diyarkirin di nava tabloyan de gellek berhemên ku haya raya giştî ji hebûna wan nebûn jî hene.

Li gor agahdariyên ji çapemeniyê re hatin belavkirin, rejîma Naziyan di serdema desthilatdariya Adolf Hitler de gellek ji van berhemên hûnerî ji cihûyan talan kirine. Ji hêla din ve kovara Focus derbarê babetê de îdia kir ku rayedar hewl didin naveroka babetê veşartî bihêlin: “Ger hinek kes an jî welat xwe wekî xwediyên van berhaman nîşan bidin, metirsiya rûbirûmana kêşeyên dîplomatîk û hiqûqî dikare derkeve holê.“

Piştî çapemeniyê senaryoyên cuda derbarê bûyerê de nivîstin, berpirsê gumrika bajarê Munchenê Siegfried Kloble diyar kir ku serdegirtina malê di sala 2012ê de hatiye pêkanîn. Digel ku heta niha nehatiye diyarkirin jî, sedemê serdegirtina malê bi du cureyan tê şîrovekirin; Dema kesê 80 salî ji Swîsre bi trênê hatiye bajarê Munchenê, polîsan gellek pere li ser girtine û ji ber hinek gûmanan, rayedaran avêtine li ser mala wî. Îdia din jî ew e ku rayaderan bi gûmana veşartina bacê girtine li ser mala wî. Kesê 80 salî heta niha çend caran hinek tablo firotine û debara jiyana xwe bi wî awayî kiriye. Herî dawî jî wî di sala 2011ê de li mezadxaneya bi navê Lempertz ya li bajarê Kolnê tabloyeke Max Beckmann bi buhayê 864 hezar Euroyan firotiye.

Di vê navberê de roj bi roj agahdariyên nû li ser naveroka çîroka van berhemên hunerî têne bidestxistin. Tê gotin ku bavê kesê 80 salî di navbera salên 1930 û 1940an de ev berhem kirîne. Ev 50 sal in jî ku ew van tabloyan di xaniyekî tije qirêj de diparêze lê belê ziyan negiştiya berheman. Herwiha li gor agahdariyan, berhemên hatine desteserkirin niha di nava ewlekariyeke mezin de li gûmrika Garching a li ser Munchenê têne parastin. Berpirsê gumrika Munchenê Kloble herwiha destnîşan kir ji ber mafê parastina xwediyên berheman ew ê wêneyên tabloyan nedin weşandin.

Ji hêla din ve hat diyarkirin ku di nava tabloyan de berhemeke ku xwediyê wê Paul Rosenbergê cihû bû jî heye. Anne Sinclair ku rojnamevaneka fransî ye û neviya Rosenberg e, ev bi salan bû li tabloyên bapîrê xwe yên ji hêla Naziyan ve hatibûn talankirin digeriya.

Rudaw
Top