• Sunday, 01 February 2026
logo

Ahenga dirêjtirîn Kurdê cîhanê

Gulan Media October 28, 2013 Corane
Ahenga dirêjtirîn Kurdê cîhanê
Welatiyê Kurd Sultan Kosîn yê gundê Dede ya ser bi Dêrîkê ya ser bi bajarê Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ku dirêjiya bejna wî 2 metre û 51 santîmetre ye nêzî 5 salane, ku li jineke ligor taybetmendiyên xwe digeriya, di encam bi rêya kesekî mirovekî xwe keçek Kurd bi navê Merwe Dîbo nas kir û îşev jî ahenga hevjîniya xwe encam da.

Kosîn dibêje: Temena destgirtiya min 20 salî ye û bejna wê 1.75 santîmetre ye û ez bawerim ku teybetmendiyên wê dê mîna yên min be.

Kosîn diyar kir ku, wî Serokkomarê Turkiye Ebdula Gul û serokwezîrê Turkiyê Ebdula Gul vexwendiye bo ahenga xwe ya hevjîniyê ku, biryare li gundê wî Baxli Dîdî bê encamdan her weha Wezîrê Navxwe yê Turkiyê û Muftî Mêrsîn û çend kesayetên din ji Turkiye û derveyî Turkiyê dê amade bibin.

Hêjayî gotinê ye ku Kosîn heyama 5 salane hejmara xwe ya ku dirêjtirîn kes e li cîhanê parastiye.

Xendan
Top