• Wednesday, 11 February 2026
logo

Komên çekdar dîsa êrîşên Efrînê dikin

Komên çekdar dîsa êrîşên Efrînê dikin
Çavkaniyên herêmî li bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku duh dîsa komên çekdar êrîşê gundên Efrînê kirin.

Hat ragihandin ku duh di saetên şevê de komên bi navê Cebhet el-Nusra êrîş xalên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ên li gundê Dêrbelûta girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê kirin.

Çavkaniyên herêmî gotin ku, ew komên çekdar ji aliyê navçe û deriyê sînorê Bebilhewa de hatin û heya sibê şer berdewam kir. Lê hîn derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên rast nehatine bidestxistin.

Li aliyekî din jî hat ragihandin ku duh bi şev bi dehan otomobîlên ji bajarê Helebê dihatin yan jî ku xwestin biçin Helebê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ve hatin asteng kirin.

Heftiya borî peymanek aşitiyê di navbera ketîbeyên Artêşa Azad û YPGê de hatibû îmzekirin û ji bo dûrpêça li ser Efrînê bi dawî bibe. YPGê bi daxuyaniyekê ragihandibû wan bi şert agirbest ligel komên çekdar ragihandine.

Rudaw
Top