• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bi rêya projeya E-Psûleyê ve em dixwazin asankariyên xizmetguzariya zêdetir ji bo hemwelatiyan bikin

Gulan Media February 10, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Bi rêya projeya E-Psûleyê ve em dixwazin asankariyên xizmetguzariya zêdetir ji bo hemwelatiyan bikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî projeya E-Psûle ragihand û tekez kir ku ev sîstem dê xizmeta hemû welatiyên Iraqê bike û bibe bingeha nûjenkirina aboriya welat.


Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Elaq û hejmareke mezin a veberhêner û karsazan, îro 10ê Sibatê projeya nûjen a E-Psûle hat ragihandin.

Di çarçoveya merasîmê de, paneleke taybet bi navê Geşta Dîjîtal: Ji Dîtinê ber bi Cîbicîkirinê ve ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat lidarxistin. Mesrûr Barzanî di panelê de dîtina hikûmetê ya ji bo dîjîtalkirina saziyan û geşepêdana aborî şirove kir.

Beşek ji axaftina Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî:

- Projeya E-Psûle destkeftiyeke mezin a niştimanî ye û hemû Iraq dikare sûdê jê werbigire.

- Hemû xelkê Iraqê dikarin sûdê ji projeya E-Psûle werbigirin.

- Armanca hemû projeyên me xizmetkirina welatiyan û hêsankirina karûbarên wan ên fermî ye.

- Aboriya welatên cîhanê bi peredana bi kaş zêde pêş nakeve, lewma divê em li ser pêşxistina sîstema dîjîtal bixebitin.

- Xizmetguzariyên me bêyî cudahiya cografî, ji bo hemû welatiyan in.

- Em hewl didin têkiliyeke baştir di navbera welatî û bazirganan de ava bikin.

- Ti welatî û ti bajar ji xizmetguzariyên me bêpar namînin.

- Xizmetguzariyên dîjîtal (wek E-Psûle, Rûnaki, Hejmarî Min û hwd.) temamkerên hevdu ne.

- Çaksaziya di sektora bankî de pir giring e, ji ber ku bank dikarin roleke mezin di pêşxistina aboriya welat de bilîzin.

- Nifşê nû û ciwanên niha di bikaranîna teknolojiyê de pir şarezayî ne, lê nifşê berê ji bo şêwazê bikaranîna xizmetguzariyên dîjîtal pêdivî bi rênîşandanê heye.

- Niha nêzîkî %80ê xelkê Herêma Kurdistanê xwedî elektrîka 24 demjimêrî ne. Li gorî zanyariyên ku min ji tîma xwe girtine, heta werza havînê elektrîka hemû Kurdistanê dê bibe 24 demjimêrî.

- Di projeya Ronakî de, welatî bi xwe ji şêwazê bikaranîna elektrîkê berpirsiyar e; kê bêtir elektrîkê bi kar bîne dê bêtir perê bide, yê ku kêm bi kar bîne jî dê kêm bide.

- Hikûmet ti carî nikare destkarî di nirxê elektrîkê de bike, tenê welatî ji çawaniya bikaranîna wê berpirsiyar in.

- Ji îro ve heta 30 rojên din, her welatiyê ku bi rêya projeya E-Psûle perê elektrîkê bide, dê %20 daxistin ji bo wî were kirin; ev yek jî ji ber berçavgirtina rewşa darayî ya welatiyan e.

- Di çarçoveya projeya Ronaki de zêdetirî 4 hezar jeneratorên taybet hatine vemirandin, ku dibûn sedema qirêjbûna av û hewayê.

- Bi saya projeya Ronakî , keşûhewaya Kurdistanê paqijtir bûye.

- Ez spasiya Xwedê dikim ku me karî wan sozên ku me dabûn welatiyan bînin cih. Vê yekê baweriya welatiyan bi me zêde kiriye û têkiliya navbera hikûmet û welatiyan baştir kiriye.

- Xelkê Kurdistanê berhema karên me dibîne.

- Em li ser pêşxistina hemû sektoran dixebitin û em hîn di destpêkê de ne. Karên pir li pêşiya me hene ku em û welatî bi hev re ji bo welatê xwe bikin. Planên me yên pir baş ji bo paşeroja Kurdistanê hene. Pêdiviya min bi alîkarî, sebir û baweriya xelkê heye.

- Em dixwazin sal bi sal Kurdistanê hîn bêtir bipêş bixin, herwiha em dikarin sûdê ji ezmûnên serkeftî yên welatên cîhanê werbigirin. Careke din tekez dikim; pêşkeftin bêdawî ye û tu sînorekî wê tune ye.

 

Basnews

Top