• Wednesday, 11 February 2026
logo

Esed ji bo Kurdan çi difikire!

Esed ji bo Kurdan çi difikire!
Li Suriyeyê şer didome. Ji bo ku Kurd piştgiriyê bidin Esed, Esed amedekariya plan dike û hat ragihandin ku ji bo vê jî, li riya hevditîna siyesetmedarên Kurd digere.

Parlementerê Kurd Omer Osê got: Esed dixwaze bi parlementerên Kurd re hevditînê bike. Gotina Osê, li çapemeniya Kurdan cih girt.

Lê belê siyasetmedarên Kurd gotin Esed dixwaze bi me re hevdîtinê pêk bîne lê tiştekê wisa ne mimkûn e ku em bi Esed re hevdu bibînin.

Endamê Konseya Bilind ê Kurd Ahmet Suleyman jî derbarê vê mijarê de got : “ Wekî fermî tişteke wisa negihişte me, ev îdîa ji aliyê Osê hat avêtin holê.”

Suleyman wiha dewam kir: Em ne dikarin bêjin ku ev derew ê û ne jî em dikarin bêjin ew dawetekê fermî ye. Esed bi vî awayî dibe ku nebzên Kurdan qontrol kiribe lê ez bawer nakim ku Esed heqên Kurdan bide. Xeberên Kurdî
Top