• Wednesday, 11 February 2026
logo

Termê bi dehan çekdarên rêjîma Sûriyê li Qamişlo ne

Termê bi dehan çekdarên rêjîma Sûriyê li Qamişlo ne
Li bajarokê Til Hemîs û navçeyên derdora wê de li başûrê Qamişlo, şeva borî şer û pevçûnên giran di navbera Artêşa Azad û çekdarên alîgirên rêjîmê derketin.

Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo got, şer û pevçûn li Til Hemîs û derdora wê di navbera Artêşa Azad û Artêşa Bergiriya Niştimanî ya alîgirê rêjîma Beşar Esed de çê bû.

Opozîsyona Sûriyê aşkere kir ku di wî şerî de bêtirî 35 çekdarên alîgirên rêjîmê hatin kuştin.

Peyamnêrê Rûdawê jî piştrast kir ku termê bi dehan kuştî û birîndaran niha li Nexweşxanya Niştimanî ya Qamişlo ne.

Îro sibehê jî, rewş li navçeyên başûrê Qamişlo arame û tu şer û pevçûn di navebra her du aliyan de derneketine.

Artêşa Bergiriya Niştimanî li seranserê Sûriyê ji bo piştgirîkirina artêşa rêjîmê hatiye avakirin û piraniya çekdarên wê ji şebîhe ne.

Li Qamişlo, kesekî bi nave Hisên El-cerbua (Ebû Rakan) ku ji eîşreta Şerabiyane fermandariya Artêşa Bergiriya Niştimanî dike û piraniya çekdarên wan ji taxa Tey ya Qamişlo û Til Hemîsê ne.

Rudaw
Top