• Wednesday, 11 February 2026
logo

Aştî Hewramî siyaseta Petrolê ya Kurdistanê ji forma San Petersburgê re rave kir

Aştî Hewramî siyaseta Petrolê ya Kurdistanê ji forma San Petersburgê re rave kir
Di çarçoweya 17mîn forma navnetewî ya abûrî a li San Petersburgê îro Wezîrê çavkaniyên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê Aştî Hewramî siyaseta petrolê ya hikûmeta Kurdistanê ji beşdarwanan re rave kir.

Aştî Hewramî eşkere kir ku, hikûmeta Kurdistanê hewl dide daku, kerta enerjî û çakvaniyên xwe yên xwezayî pêşde bibe û jibo bê çendê jî heta niha gelek bizav kiriye.

Hewramî ev yek jî eşkere kir ku, heta niha hijmareke zêde ji kompaniyên mezin yên Cîhanê hatine Kurdistanê û bo hêlbirîna petrolê peymanên curbicur îmze kirine.

Çavkanî derfetên heyî yên li Kurdistanê de jî eşkere kir ku, got: Baş bûna rewşa ewlekarî ya Kurdistanê derfeteke gelek başe bo kar kirin di warê petrol û enerjî li Kurdistanê de û hikûmeta Kurdistanê jî bo wan kompaniyên ku, dixwazin di wan kertan de kar bikin asankariyên pêwîst pêşkêş dike.
Top