• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Berpirsên kompaniya Chevronê civiya

Serok Barzanî li gel Berpirsên kompaniya Chevronê civiya
Di çarçoweya kar û çalakiyên forma abûrî ya San Petersburgê de Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ligel Berpirsên kompaniya Chevron ya Amerîkayî re civiya.

Di destpêka hevdîtinê de Berpirsên Chevronê jiber piştgîrî kirina Serok Barzanî ji kar û çalakiyên kompaniya nav hatî spasiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, kompania wan wê li Kurdistanê de kar û çalakiyên xwe bidomîne û amadebûna xwe ji bo berfire kirina kar û çalakiyên hevbeş yên li gel hikûmeta Kurdisanê de diyar kirin.

Berpisên kompaniya Chevronê bi awayekî kurt behsa proje û çalakiyên pêşerojê yên kompaniya xwe ên li Kurdistanê de kir û got: Kompaniya me vê berdewam projeyên nû pêşkêş bike û di warê dîtin û hêlbirîna petrolê de ektîftir bibe.

Li hember de jî Serok Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serkeftina kompaniya han diyar kir û ragehand ku, hikûmeta Kurdistanê amadeye her cure hevkarî û asankarî pêşkêşî kompaniya Chevronê bike.
Top