Aştî Hewramî: Borîya Neftîya Navbera Kurdistan û Turkiyeyê dê Eylîla Îsal Dest bi Kar Bibe
Li gor nûçeyeke rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayî, Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştîyê hikûmeta herêma Kurdistanê di gotarekê de di konfransa weuzeya Iraqê ya li bajarê Lenden a paytextê Birîtanyayê de aşkira kiriye, ku ew borîyên neftî di destpêkê de şîyana hinardekirina rojane 300 hezar bermîlên neftê bo derve hene û dê paşê bo rêjeya yek Miliyon bermîl di rojekê de bihê zêdekirin.
Rojnameya The Wall Street Journal herwisa ragihandiye, ku bi tewawbûna ewan borîyan, parsenga hêz û leyîza pîşesazîya neftê li Iraqê dihête guhertin û renge di encam de bandoreke siyasî jî hebe.
Hewramî herwisa ragiahndiye:´´ez dilhêsayî me ku hinardekirina nefta Kurdistanê bi rêya ewan borîyan di evan nêzîkan de dê bibe rastî.´´
Hewramî ewe jî tekez kiriye, ku qebareya hinardeya nefta Kurdistanê di dema niha de rojane 30 hezar bermîle, lê daye xuyakirin ku ew rêje gelek di jêr şîyana rasteqîne ya herêma Kurdistanê de ye. Aştî Hewramî ragiahndiye, ku şîyana rasteqîne ya Kurdistanê berhemanîna rojane 300 hezar bermîlên neftê ye û wiah jî dihê çaverêkirin ku heta dawîya îsal bigihîje 400 hezar bermîlan.
Hewlêr û Bexdad li ser mijara kontrolkirina dosyaya neft û gazê nakokî hene. Herêma Kurdistanê bi mafê xwe yê qanûnî û destûrî dizane li gor destûra Iraqê rêkevtinan bi alîyên cîhanî re bo geşepêdana kerta nefta Kurdistanê îmza bike, lê Bexdad ewê yekê red dike.
