Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derveyê Rûsyayê civiyan
Li destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Rusyayê xweşhaliya xwe bi hevdîtin û civîna li gel Serok Barzanî nîşanda û got: Berî demekî li Moskowa û îro jî li Saint Petersburg me hevdû dît û eve jî wekî wê yekê wesif kir ku cihê xweşhaliyekî mînakiye.
Paşê Wezîrê Derveyê Rûsyayê bi girîngiyê ve behsa pêwendiya siyasî û aborî û kulturiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe jî ji bo berfirehkirin û kûrtirkirina wan pêwendiyan li hemû warekî de nîşan da.
Wezîrê Derveyê Rûsyayê pêwendiyên niha ya di navbera her dû aliyan bi mînakî û bi hêz wesif kir û palpiştiya welatê xwe jî ji bo kar û erkên desteya Kurdistan - Rûsyayê nîşanda û piştevaniya Hikûmet û welatê xwe jî ji bo wan kar û projeyan dûpatkir ku kompanya Gazproma Rûsya li Herêma Kurdistanê bi cîh dike û bi kar û projeyên girîng û berhemdar wesifkir. Li dosyeya siyasî û dîblomatî jî da Wezîrê Derveyê Rûsyayê spas û pêzanînên xwe û Hikûmeta Rûsyayê bi Serok Barzanî ragihand ku ji bo serxistina kar û erkên konsolgeriya Rûsya li Herêma Kurdistanê, palpişt û piştevane û heman demî de bi girîngiyê ve behsa piştevaniya Serok Barzanî ya ji bo berdewamîdana bi xwendina ferheng û ziman û edebiyata Rûsî li zanîngehên Herêma Kurdistanê kir.
Li dosyeya Iraqê de jî Lavrov xweşhaliya welatê xwe bi gotûbêj û raguhertina li navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşanda û hêviya serkeftina guftûgoyan jî bi berev çareserkirina kêşeyên di navbera her dû aliyan de xwest.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bilî xweşhalî derbirîna bi vê hevdîtinê û spas û pêzanînên germ û gurê pêşwazîkirina wan ya ji aliyê Hikûmet û Berpirsên Rûsya ve, çalakbûna serdan û tevgera dîblomatiyên di navbera her dû aliyan wekî belgeyek ji bo hêza pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Rûsyaya Federal wesifkir û bi girîngiyê ve behsa rola Rûsya û pêwendiya dîrokiya li gel gelê Kurdistanê kir û hêvî xwest pêwendiyên di navbera her dû aliyan jî berfirehtir bibe. Ji bo behs û daxwazên li ser asta Iraqê jî Serok Barzanî hewlên niha yên ji bo hevdû gihîştin û çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê şîrovekir û tekez jî li ser vegerana hemûyan bo destûra Iraqê wekî wesîleyek ji bo çareserkirina hemû kêşeyên Iraqê kir û hemû kar û hengavên siyasî û aboriyên Herêma Kurdistanê jî wekî mafekî destûr şîrovekir.
Her li vê civînêde rewşa navçeyê bi giştî û pêvajoya Suriye bi taybetî hate nirxandin û her dû alî xwest û hêviyên xwe yê ji bo çareseriya aştiyaneya qeyrana Sûriye û dawî hatina xwînrihtina li welatî dûpatkirin.
Li civînê de, şanda li gel Serok Barzanî birêz Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Siruştiyên Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêriş Muherem Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê û şandekî jî ji yarîdeder û şêwirmendên mezinê Wezareta Derveya Rûsya jî li gel Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya amadebûn.
