Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg destpêkir
Biryare li Kongreyê de Vladimir Putin Serokê Rûsya gotarek li ser pêşketina aboriya cîhanê pêşkêş bike û têda balbikşîne li ser wê yekê ku bersîvdana êrîşên niha ya li ser aboriya cîhanê pêwîstî bi hewldana hemû aliyek û diyalogekî bingehîn dike.
Heman demî de li Saint Petersburg bi beşdariya pênçsed kesayetiyê karsazên Rûs û biyanî û pîsporên warê aboriya cîhanê kongreyeke karsazên grûpa bîst destpêdike û Serokê Rûsya li gel nûnerên kongreyê hevdîtinan encam bide û hejmarek ji pirsên aboriyan li gel wan de guftûgo bike.
Her wiha biryare Serokê Herêma Kurdistanê li vê Kongreyê de li gel hejmarek serkirdeyên welatan û kesayetiyên siyasî û aborî kombibe.
