PDK: Newşîrwan mayîna xwe di nava naaramiyan de dibîne
Di beşek ji vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, di demekî de ku, xelkê Kurdistanê li benda serkeftina ev prosesê ne ku, ji aliyê parlementoyê ve hatiye destpêkirin û aliyên siyasî hewl bo gehêştin bi yek dengiyekî li ser destûra Kurdistanê didin mêxabin Newşîrwan Mistefa weke karê xwe yê hertimî dubare dest bi gotinên nerast û tometawêz û teşhîr kiriye û dixwaze bi wan gotinan hijmarek ji alîgirên xwe bixapîne.
Ev kiryarên Newşîrwan Mistefa ne tenê ti fêdeyeke wan bo Kurd û Kurdistanê tuneye belkû hewldaneke girînge bo afirandina dijminatî û neyartî û tundûtîjî li Kurdistanê de û nav hatî dixwaze bi vê rengî baweriya xelkê Kurdistanê lawaz bike.
Nav hatî gehêştiye astek ji şîzofirnîzmê ku, wisa difikre ku, mayîna vî bi tenê bi afirandina nakokî û aloziyan ve girêdayiye.
