• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê lîsteya Îraqa yekgirtî û 4 kesên din hatin kuştin

Serokê lîsteya Îraqa yekgirtî û 4 kesên din hatin kuştin
Duh li bajarê Mûsilê de di encama êrîşeke xwekujî de Serokê lîsteya Îraqa yekgirtî Şêx Yûnis Remah hate kuştin.

Her îro çend çavkaniyek ji hêzên ewlekarî yên li Felûceyê ragehandin ku, çend çekarên nenas êrîş kirine ser çend karmendên komisyona serbixwe ya hilbijartinan û di encam de çar karmendên komisyonê li Rojhilatê Felûceyê de hatine kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku, Sibê hilbijartinên her du Parêzgehên Mûsil û Enbarê tên birêvebirin û Terorîst jî êrîşên xwe yên li ser berbijaran didomînin.
Top