Nêçîrvan Barzanî: Dibe dahat were zêdekirin
Di destpêka civînê de Wezîrê darayî û abûrî yê Hikûmeta Kurdistanê raportek li ser kar û çalakiyên wezaret û dezgehên ser bi wezaret û kêşe û arîşeyên heyî yên li berdem xizmet kirina wezaretê destnîşan kir û got: Me bi armanca baştir xizmet kirin û kêm kirina rûtîniyatên heyî gelek desthilatên curbicur daye birêveber û dezgehên ser bi wezaretê û ev yek jî bûye sedema kêm kirina berçav ya kêşe û rûtîniyatan.
Pişt re Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, biryar dane daku, di rojên pêşiya me de serdana tevahiya wezaretan bikin daku, ji nêz ve rewşa wan û kêşe û kemaniyên wan binirxînin û hewl bo çareser kirina wan bidin.
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku, jiber girîngiya wezareta darayî û abûrî ya hikûmeta Kurdistanê yekem car me serdana vê wezaretê kir û got: Li her welatekî ku, karûbarên wezareta darayî û abûrî birêkûpêkî hatin birêvebirin vê demê ev welat welatekî pêşkeftiye.
Serokwezîrê Kurdistanê behsa sîstema îdarî ya hikûmetê jî kir û got: Sîstema îdarî ya hikûmeta Kurdistanê sîstema kevin ya 20 sal beriya nihaye lewre dibe ev sîstema han were nujenkirin û çaksazî di nava vê sîstema han de were kirin bi taybetî dibe wezareta darayî jî hewl bide daku, dahatan zêde bike û lêçûnanê kêm bike.
