• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî bo bîranîna derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên vî ji rûbara Arasê peyamek pêşkêş kir

Serok Barzanî bo bîranîna derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên vî ji rûbara Arasê peyamek pêşkêş kir
Duh bi minasebeta salvegera derbasbûna Rêberê gelê Kurd Mele Mistefa Barzaniyê Nemir û hevalên vî ji rûbara Arasê û herwiha darde kirina 4 Efserên Kurd yên Komara Mehabadê li ser pêgeha xwe a li facebookê de peyamek weşand ku, ev jî tekesta vê ye;

Her du bûyerên Dîrokî yên derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên vî ji rûbara Arasê û darde kirina 4 Efserên qehreman ên Kurd yên Komara Mehabadê bi destê rejîma Îraqê du bûyerên têjî ji waneya baweriya gelê Kurd bi xwe, xwe teslîm nekirina gelê Kurd li hember zilim û dagîrkerî dene.

Barzaniyê Nemir û hevalên vî li şer de berxwedaneke bêhempa û serweriyên gelek mezin bidest xistin û xwe nedan destê Dagîrkeran û di roja 18ê meha 6 a sala 1947an ji rûbarê Arasê derbasbûn û di roja 19ê heman mehê de rejîma Îraqê 4 Efserên Kurdê yên Komara Mehabadê jî darde kir û Şehîd kir, Neyarên Kurd wisa zanîbûn ku, bi darde kirin û awarekirin xebat û têkoşîna gelê Kurd bi dawî dibe û rihê azadîxwazî ji gelê Kurd tê stendin.

Lêbelê nedizanî ku, qurbanîdan, nehametî ( karesat) û awareyiya zarokê gelê Kurd hevîna berdewam bûna xebata gelê Kurde. Neyar nedizanî û xwe bidest nedana Barzaniyê Nemir û hevalên vî û darde kirina 4 Efserên Kurd dibe sedema bihêztir kirina bingeha azadî û pêşeroja gelê Kurd geştir dike.

Ji ber wan her du bîranînan hezaran silav pêşkêşî cafedayiya Barzanî û hevalên vî yên kevnar dikim.

Silav li rihê paqijê her çar Efserên Şehîd yên komara Mehabadê bin ku, weke xwe gotin benê sêdareyê navê wan di nava bîranînên neteweyî de nexşandiye.
Top